Hêzên rêjîmê berdewamin di êrîşên xwe de li ser taxên dorpêçkirî li bajarê Helebê, Çalakvanan diyar kirin ku hêzên rêjîmê piştî pevçûnan bi Artêşa Azad re Girê Şêx Se`îd kontrolkirin û êrîşek berfireh li ser herdû eniyên Bab El Hedîd û El Birêc kirin, lê Artêşa Azad ji aliyê xwe ve bersiva hêzên rêjêmê li hejmarek eniyan li bajêr dan û di encamê de 10 leşkerên rêjîmê hatin kuştin 8ên din jî hatin dîlgirtin.